Serkirdeyekî ENKSê: Rêjîma Sûriyê piştî girtina Idlibê dê berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê!

Endamê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Şelal Gedo radigihîne, dema pirsgirêka Idlibê bidawî bibe, çareseriya siyasî ya li gor dîtina Rûsyayê li Sûriyê dê destpê bike.
Serokê Partiya Çep a Demokratîk û Endamê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriye (Îtîlaf) de Şelal Gedo derbarê moleta ku Tirkiyê daye artêşa Sûriyê ta ji Idlibê vekişe, ji televîzyona K24 re ragihand, heger Rûsya gulopa kesk ji Tirkiyê re vênexe, Tirkiye nikare êrîşeke berfireh li Idlibê bike.
Şelal Gedo her wiha diyar kir, Tirkiye heta niha bi rizamendiya Amerîka yan Rûsyayê derbasî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye. Dema Tirkiyê êrîşî Efrînê kir, Rûsya gulopa kesk jê re vêxist. Dema Tirkiyê êrîşî Girê Spî û Serê Kaniyê kir û xelk da kuştin û koçberkirin, bi gulopa kesk ya Amerîkayê ew kir.
Wî siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê amaje bi rêkeftinên Sûçî û Astana yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de kir û diyar kir, aliyê Tirkiyê pabendî rêkeftinan nebûye, ku divê li gor wan rêkeftinan Tirkiyê grûpên terorîst û grûpên miyanrew ji hev cuda bike, lê Tirkiyê ev yek nekir. Berovajî wê, Desteya Tehrîr El Şam (Bereya Nusra) ji berê bêhtir li Idlib û li derdora Heleb, Hema û Laziqiyê bicîh bû.
Şelal Gedo da xuyakirin ku piraniya deverên Idlibê di destê Bereya Nusra de ne û grûpên din ên çekdar jî fermana Nusrayê şer dikin. Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê jî vê yekê qebûl nakin. Amerîka û NATO jî bêdeng in.
Bi gotina wî endamê ENKSê, heger Tirkiye ji Sûriyê derkeve, wê demê çareseriya siyasî li Sûriyê ya li gor nerîna Rûsyayê dê destpê bike. Pirsgirêka li Sûriyê maye, Idlibê û grûpên ser bi Qaîde ve ne. Dosya Sûriyê jî bêhtir di destê Rûsya de ye, ne Amerîka.
Şelal Gedo anî ziman ku piştî rêjîma Sûriyê Idlibê bistîne, dê berê xwe bide Rojavayê Kurditsanê. Ji ber wê divê Kurd di vê qonaxê de nêzîkî hev bibin, destpêşxerî û hewlên cidî hene, lê PYDê ji nêzîkbûnê re ne cidî ye.
Şelal Gedo tekez li yekrêziya Kurdî di vê qonaxê de kir û got: “Dema şanda ENKSê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu re hevdîtin kir û pirsa vegerandina penaberên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û binpêkirinên ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin, guftûgo dikir, PYDê xwe aciz kir, di demekê de ku PYD û HSDê bixwe hewl didin guftûgoyê bi Tirkiyê re bikin. Pêştir jî, di destpêka şoreşa Sûriyê de û heta salên 2013 û 2014 de Serokê PYDê birêz Salih Muslim li Tirkiyê bi berpirsên mezin ên ewlekariyê re hevdîtin dikirin ”.
BasNews