SERKETİYA ŞER TUNE YE

Şer û bûyer û pêşhatiyên duhî yên İdlîbê, ne tenê aloziya Rojhilata Navîn berfirehtir û kurtir dike, her usa hêviya cigir bûna aşitî û aramî û asayiş li navçeyê kêmtir dike dibe astengek li pêşiya hewlên dîplomatîk. Hikumeta AK Partî deskevtên gelê Kurd li Suriyê wekî metîrsiyek li ser asayişa netewî a Tirkiyê nişan da û dide. Ev yêka hanê sedema bingehîn a binbestê, ku dewleta Tirkiyê derbareyê Suriyê rû bi rû bûye. Sedemên dinê siyaseta dagirkerî ye, ku li Suriyê bi rêva dibe û guh nedan e daxwaz û banga hêzên aşitixwaz û demokratên Kurd û Tirk. Heya ku dinya hebe Tirkiyê mecbur e ligel Kurd li Suriyê bibe cîran, lê belê hikumeta AK Partî şuna ku vê rastiyê bibine û gor vê rastiyê tevbigere, alikariya hêzên İslamî yên tundrew kir û ev yêka hane jî bûye sedemek ji sedemen binbestê. Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekî dinê banga hikumeta AK Partî dike, ku dev jê siyaseta xwe ya dagirkerî berde, ku xizmeta cîgir bûna aşiti, aramî û asayiş li navçeyê nake û dibe sedema piçûktir bûna paruyên gel. PSK bang dike, ku Erteşa Tirk ji Efrîn û İdlîb û navçeyen dinê vekêşe. PSK ji hikumeta AK Partî daxwaz dike, ku guhê xwe bide bang û daxwazên hêzên aşitixwaz û demokrat û ligel terefên resen dest bi giftugoya aşîtiyê bike. Hikumeta AK Partî divê deskevtên Kurd li Suriyê wekî metîrsî nebine û ligel nuneren Kurdan peyvendî deyne. Bûyer û pêşhatiyên dawî yên İdlîbê carekî dîne nişan daye, ku serketiyên şer nîne, lê belê aşitî di berjewendiya hemu kes da ye. 28 Sîbat 2020 Partiya Sosyalîst a Kurdistan