Serbazgeha Tacî ya Iraqê dîsa hat mûşekbarankirin

Serbazgeha Tacî ya Iraqê, ku hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê tê de ne, dîsa hat mûşekbarankirin(füze).
Li gorî agahiyan, îro danê sibê serbazgeha Tacî ya Iraqê, ku dikeve bakûrê paytext Bexdayê û hêzên Amerîkî û Brîtanî tê de ne, hat mûşekbarankirin.
Tê gotin ku du serbazên Iraqî di wê êrişê de birîndar bûne
Li gorî agahiyan, herî kêm 20 mûşek li serbzgehê ketiye.
Şeva 11 vê mehê jî heman serbazgeh rastî êrişa mûşekî hatibû û di encam de du serbazên Amerîkî û serbazekî Brîtanî hatibûn kuştin û 12 serbaz jî birîndar bibûn.
Piştî wê êrişê, Amerîka baregehên Heşda Şeibî bordûman kiribû.
BasNews