top of page

Sendîkaya Rojnamevanan: Canê rojnamegeran biparêzin


Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye bi boneya 122 saliya derketina rojnameya “Kurdistan” ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve, pîroznameyek belav kir.

Di pîroznameya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye de hatiye, îsal ji ber belavbûna vîrusa Korona, ku bûyeke nexweşiyeke cîhanî û hemû kar û çalakiyên civakiyên civakî hatine rawestandin, rojnamevanên Kurd jî bi tîmên tenduristiyê re di bereyên pêşî de ne û jiyanên xwe dixin metirsiyê, ji bo xelkê ji metirsiyên wê vîrusê hişyar dikin û rêkar û rênimayên tenduristiyê şîrove dikin.

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, di dem Roja Rojnamegeriya Kurdî bibîr tînin, hîn rewşa rojnamegeriyê li Sûriye, Kurdistana Sûriyê gelekî xirap e û rojnamevan rastî zordarî, çewisandin, revandin û kuştinê tên, li deverên Rêveberiya Xweser jî rewş ne baştir e.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Rêveberiya Xweser dike, parastinê ji hemû rojnamevanên Kurd re û bê cudahî dabîn bike. Herwiha daxwaz jê dike jî, ku pêwîst e çarenivîsa rojnamevan û endamê sendîkayê Ferhad Hemo yê ji 15. 12. 2014an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin, bê diyarkirin. 

BasNews

bottom of page