Sendîka bijîşkan: Eger hemwelatî pêbendbin demekî kurt de korona dikare bê kontrol kirin


Serokê sendikaya bijîşkên Kurdistanê ragehand, kontrol kirina vîrusa korona li gor rêjeya pêbendbûna xelkê ve girêdayî ye, herçend hikûmeta herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe dike jî, divê qonaxa duyem de jî xweparastin hebe.

Serokê sendikaya bijîşkên Kurdistanê Dr. Basak Berzincî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû hewldanek daye bo girtina tevdîrên xweparastina ji şewba korona. Lê rêjeya pêbendbûna hemwelatiyan wek pêwîst nebû. Ji ber tenê li du serxweşiyan de nêzîkî 100 kes ber vîrusa korona ketin. Kontrol kirina wê vîrusê girêdayiye bi rêjeya bicîhanîna biryar û rênmayiyên wezareta tenduristiyê ji aliyê xelkê ve.’’

Herwaha got: ‘’Pêwîste hemwelatî westandina bijîşk û karmendên tenduristiyê li berçav bigrin û li ser jiyana kesên din jî bifikirin. Ji ber vê vîrusê gelek kes bê kar mane û jiyana malbata xwe nikarin birêve bibin û debara wan nemaye. Ji ber jiyan bi temamî rawestaye ber wê metirsiya belavbûna koronayê.’’

Dr. Basak Berzincî got: ‘’Pêwîste hikûmet li ser qonaxa duyem a xweparastinê jî bikire. Ji ber rewşa naha dê aliyê aborî, civakî û ewlehiyê jî bandor bike. Nabe rewşa naha çend mehên din bê dirêj kirin an jî qedexeya hatûçûnê bê dirêj kirin. pêwîste fikirandina mekanîzmayekî nû bê kirin bo danûstana li gel rewşê. Awayekî be rê bi hatûçûna hemwelatiyan re bê dayîn, lê di bin tevdîrên tund ên parastinê de be.’’

BasNews