top of page

Sekreterê encumena wezîran ya Kurdistanê hişyariyek tund da: Dê wek qatil bên hesibandin!


Sekreterê encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê û ragihand, kî wan tedbîr û fermanan binpê bike dê bi tundî were sizadan.

Zêdetirî hefteyekê ye hikûmeta Kurdistanê, ji bona ku vîrusa Koronayê zêdetir belav nebe, him li nav bajar û bajarokan de him jî di navbera bajaran de hatin û çûn qedexe kiriye. Lê hîn hinek sistatî û xemsarî di bicîhanîna wan tedbîran de tê dîtin.

Sekreterê encumena wezîran Amanc Rehîm li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kiriye û bi tundî kesên ku serpêçiyê dikin, hişyar kiriye.

Amanc Rehîm di daxuyaniyê de, ku li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, ragihandiye, li gorî qanûnê ew kesên ku tedbîr û fermanên tenduristiyê yên li hember belavnebûna Koronayê bicîh nehînin û bibin sebeba mirin kesekî dê wek “qatil” bên hesibandin û sizadan!

Sekreterê encumena wezîran bang li wan kesên ku bi qaçaxî ji Îranê yan jî ji derve vegeriyane û neketine qerentînê jî, kiriye di demek kurt de teslîmî tîmên tenduristiyê bibin da ku bên piştkinînkirin.

BasNews

bottom of page