top of page

Sancar: Êrişa li îradeya gel êrişa li rûmeta Kurdan e


Hevserokê HDPê MÎthet Sancar da xuyakirin, betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogularî û zîndanîkirina wan, sitem û zordariya li ser HDP û gelê Kurd nîşan dide.

Da zanîn, gelê Kurd û HDP her dem karine bo azadî û demokrasî û wekhevî têbikoşin, lê êdî pirsgirêk ne tenê ya Kurdan e û bang li hemû aliyên demokrasîxwaz yên Tirkiye dike ku dest bi têkoşîneke hevbeş bikin.

Hevserokê HDPê MÎthet Sancar îro li Diyarbekirê wiha axivî: "Leyla Guven di heman demê de, Hevseroka KCDê ye. Operasyona hember Leyla Guven û Mûsa Farisogullarê êrişa li ser armanc û rola KCDê ye. Têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî, demokrasî û wekhevî ye, lê di heman demê de ji bo rûmeta xwe ye. Êrişa li îradeya gel êrişa li rûmeta Kurdan e. Divê were dîtin, ev zordarî û sitem ne tenê li ser Kurdan û HDPê ye. Pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Werin em dest bidin hev û vê desthilatê bidawî bikin.  Tirs û bêdengî, hêz dide desthilatê û baca gelan zêdetir dike. werin em biaxivin û bihev re bimeşin."

Berî çend rojan, bi biryara Dadgeha Bilind ya pejirandina sizaya zîndaniya parlamenter Leyla Guven, Musa Farisogullarî û Enîs Berberoglu, mafê parlamenteriyê ji wan hatibû standin û hatibûn zîndanîkirin. Ji wan Parlamenterê CHPê Enîs Berberoglu, di çarçoveya rêgirîyên belavbûna koronayê de hat berdan.

K24

S. B 


bottom of page