top of page

Rusyayê Tirkiye hişyar kir: Êrîşên xwe rawestînin


Aloziya Idlibê di navbeyna Tirkiye – Sûriye û Rûsya de zêdetir dibe. Ligor ragihandina Rûsya helikoptera rejîma Sûriye ji alî Tirkiye ve hatiye xistin.

Her piştî vê bûyerê, Kremlinê Tirkiye hişyar kir û di daxûyaniyekê de anî ziman, ku divê Tirkiye demildest êrîşên xwe hemberî hêzên Sûriye û Rûsya rawestîn e.

Tê ragihandin, ku şand a Rûsyayê jî, Enqere bicîh hiştiye, bêyî ku tu daxuyaniyek hevbeş bê ragihandin.

Pispor diyar dikin, ev tê wateya, ku Tirkiye û Rûsya ji civînan negihiştine encamek erênî û bicîh hiştina Enqere ji alî şanda Rûsyayê ve, dikare rewşa Idlibê û deverên din, ku Tirkiye li Sûriye xwedî bingehan e, aloztir bike.

BasNews

bottom of page