top of page

Ruhinkirinek ji Fermandeya Giştî ya Hêzên Leşkirê Roj


Gelek purtal, malper û torên civakî dengûbasê desteserkirina (Şakir Firman Bunciq) ji alîyê destheladarên Lîbya ve belav kirine ku ev kesê hanê şer jibo hêzên kirêgirtî yên Turkî kirîye, malperên ser bi (PKK)derfet dîtîye û belave kirine ku navhatî Pêşmergeye û ser bi hêzên (Leşkirê Roj) e wek hewildanek jibo şikandina navê pîrozê vê hêzê, lewra me bifer zanî hemû alî agahdarbin bi vê ruhinkirina fer û pêtvî:

Kesê navbirî bi hîç şîwe û terzekê Pêşmerge nebû ye di nava hêzên me de, belku hîç peywendyek di navbera wî whêzên me de nîne ne ji nêzîk  û ne ji dûr.

Navbirî penaber bûye li gel malbata xwe li Herêma Kurdistanê di dema cenga Suriyê de li sala 2012, di nava bi dehan hezare penaberên xelkê Suriyê û ji hemî netewe û ayînan, Kurd, Ereb û Fele ...  paşî berev welatê Turkiya çûye û li wî welatî akinicî bûye û nevegerya ye Herêma Kurdistanê.

Hêza (Leşkirê Roj) hêzeka Kurdistanîye û hatye damezirandin jibo bergirîkirinê ji gel û axa Kurdistana pîroz beranber her dujmin û tîroristekî  û her cure tîrorekê. Li berahîya hemûyan jî tîrorên rêkxistîya Daişê ya tîrorîst. Di heman dem de parastina aramî û êminîya Kurdistanê bi erkê xwe zanîye  û bi stuyê xwe ve girtî ye, di heman dem da rêzê li hemp gelên cîhanî digire bi taybet gelên vê deverê.

Em wek milletê Kurd rêzên taybet li gelê Lîbya digirîn û van hewlên kesên nefis nizim şerimzar dikîn ku bi hemû coran hewil dane navê hêzên me bi hindek cihan ve girê bidin ku bi hîç rengekî me çi peywendî pêve nînin.

Fermandeya Giştî ya Hêzên Leşkirê Roj

Dûşembî 6\4\2020

K24

bottom of page