Rojhilat: Tûşbûyekî koronayê yê 112 salî baş bû

Li Rojhilatê Kurdistanê tûşbûyeke Koronayê yê bi navê Salih Miryemî ku 112 salî ye, piştî heftiyekê ji nexweşketinê û berxwedana li hember vîrusa COVID-19, niha baş bûye û ji nexweşxaneyê ve bo mal hat şandin.
Li gor agahiyan, Salih Miryemî jidayikbûyê sala 1287ê koçî ya rojî yan jî 1908 zayînî ye û xlekê gundê Kanî Nawe yê ser bi bajarê Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve ye.
Ew welatiyê 112 salî yê Kurd heftiya bihorî piştî ku nîşanên wek taya bilind û bêhntengiyê pê re derketin, serdana binkeyeke tendirustiyê dike û ji ber wan nîşaneyan bo Nexweşxaneya Razî ya bajarê Baneyê tê şandin û li wê derê wek kesek ku gumana tûşbûna bi vîrusa Koronayê li ser heye, hat razandin.
Piştî li nexweşxaneyê pişkinîna Koronayê jê re tê kirin, derdikeve holê ku encam pozîtîv e û ew bi vîrusa COVID-19 ketiye.
Kurê Salih Miryemî, Hadî Miryemî ji ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê re ragihandiye: “Bavê min dema ku Korona belav bûbû, li malê bû û têkiliya wî bi ti kesî re nebûye û egera tûşbûna wî bi Koronayê gelek kêm bû.”
Hadî Miryemî amaje bi wê yekê kir, ku bavê wî pêştir nexweşiyên dil û pişikan pê re hebûye, tekez kiriye: “Heftiya bihorî ji nişka ve tayeke bihêz pê re çê bû û zikê wî gelek diêşiya û me bo çareserkirinê ew bire binkeya tendirustiyê. Me qet guman nedikir ku bavê me bi Koronayê ketibe, niha jî ku baş bûye, bi balkişandina li ser temen û rewşa wî ya tendirustiyê, wek mucîzeyekê ye.”
Rêveberê Tendirustiya Baneyê, Mihemed Şaweysî jî ji IRNA re gotiye, “piştî ku ew kes li nexweşxaneyê çû malê, divê heta 10 rojan li malê bihê kerentînekirin û di jêr çavdêriyê de be.”
Şaweysî destnîşan kir, ku heta niha li bajarê Baneyê 42 tûşbûyên vîrusa COVID-19 baş bûne.
Li bajarê Baneyê ji destpêkê ve heta niha 71 kes bi Koronayê ketine, ku 8 kesan canê xwe ji dest dane.
RÛDAW