top of page

Rojhilat – Li Seqizê bi dehan kolber ji ber bagerê wenda bûne!


Li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kolber di nav berf û bagerê de wenda bûne.

Malpera Hengaw ragihandiye, duhî danê êvarê derdora 50 kolberan, bo anîna barên xwe, berê xwe dabûn zozanên Serşîwe yên bajarê Seqizê lê ji duh de wenda bûne û ti agahî li ser wan nîne.

Xizmekî yek ji wan kolberan, ku nexwastiye navê wî were gotin, ji Hengawê re gotiye, ji duh de bi dehan kes li dû wan kolberan digerin û heta niha ti agahiyek li ser wan nîne.

Wî jêderî daye zanîn, kolberên han li devera Çemî Mêşaw asê mane.

Bi gotina wî jêderî, wan daxwaza alîkariyê ji hikûmetê kirine lê heta niha ti dezgeheka hikûmetê neçûye alîkariya wan.

Ew kolberên ku wenda bûne, xelkê gundên Dereziyaret û Sêfetal yên Seqizê ne.

BasNews

bottom of page