Rojhilat – Li Kirmaşanê girtiyekî kurd hat bidarvekirin

Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd hat bidarvekirin.
Malpera Hengaw ragihandiye, îro hat zanîn ku girtiyekî kurd bi navê Birzo Mihemedî roja 5 vê mehê li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê hatiye bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd çar sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û fermana îdamê bi ser de hatibû sepandin.
BasNews