ROJHILAT – 3 Kurd bi 17 sal û 6 mehên zîndanê hatin cezakirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatiyên ku di nerazîbûnên vê dawiyê de hatibûn girtin, ji aliyê dadgehê ve 17 sal û 6 meh cezayê zindanê lê hatin birîn.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ew 3 welatî bi navên Xelîl Esedî, Suhbet Omêdî û Mehdî Ebdalî, ku bi tohmeta endambûna di grûpên dijberên Îranê de hatine girtin ji aliyê Şaxê 3 ê Dadgeha Şoreşê ve li Kirmaşanê, ew ceza bi ser wan de hatiye sepand.
Li gorî ajansên mafê mirovan, Xelîl Esedî bi 6 sal û 6 mehan, Suhbet Omêdî bi 10 salan, û Mehdî Ebdalî jî bi saleke zindanê hatine cezakirin.
Di dawiya payîza derbasbûyî de, piştî girankirina buhayê benzînê, li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandnanan destpê kiribûn.
Hêzên emnî yên Îranê jî bi tundî destwerdan di wan nerazîbûnên xelkê de kirin ku di encam de bi sedan kes hatibûn kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kes jî hatin girtin.
Herwiha heta niha jî beşek ji wan kesên hatine girtin nehatine dadgehkirin û nehatine azadkirin ku ew 3 çalakvanên Kurd jî di nav wan girtiyan de ne.
RÛDAW