top of page

ROJAVA – Li Serê Kaniyê di navbera 4 grûpên çekdar de şer derket


Li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ku di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî de ye, şeva derbasbûyî di navbera çar grûpên çekdar de li şer û pevçûn derketin.

Şeva bihorî şer û pevçûn di navbera çend grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li nav navçeya Serê Kaniyê derketiye.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şer di navbera herdu grûpên Ehrar el Şerqiyê û Lîwaya Muitesem de derketiye û paşê herdu grûpên Qaqah û Firqeya 20 jî tevlî şer bûne.

Şer û pevçûn li taxên Mihete, el-Ibre, Cadeya Kenîseyan, deriyê sînorî, Xizanê Avê û Xerabata çêbûne.

Heman çavkaniyan diyar kirine, ku çekên giran weke RPG di şer û pevçûnan de hatine bikaranîn û gulle derbasî navçeya Serê Kaniyê ya li aliyê Bakurê Kurdistanê jî bûne.

Li gor zanyariyan, di encama pevçûnan de 2 çekdarên Lîwaya Qaqah hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn, ku kuştî û birîndar ji grûpên din jî hene, lê hejmara wan nehatiye zanîn.

RÛDAW

bottom of page