top of page

ROJAVA - Leşkerên Tirkiyê cotkarek kuştin


Leşkerên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê cotkarê bi navê Mihyedîn Ebdullah ê 50 salî kuştin.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo Rengîn Şero ragihand ku îro Yekşemê 17ê Guulana 2020an derdora seat 16.00 li gundê Dêrûna Axê yê girêdayî Girkê Legê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, di dema cotkirina zeviyê xwe ya çandiniyê de, serbazên Tirkiyê gule berdan cotkarê Kurd yê bi navê Mihyedîn Ebdullah.

Rengîn Şero da zanîn ku Mihyedîn Ebdullah ji ber giranbûna birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Weke tê zanîn gelek caran li Gundê Dêrûna Axê dewriyên hevbeş ên Tirkiyê û Rûsya derdikevin û li navçeyê digerin.

Herwiha şeva derbasbûyî li gundê Qeşqa rojavayê bajarê Serê Kaniyê, çekdarên girêdayî Tirkiyê, gule li otombîleke sivîlan barandin û di encamê de, 2 sivîlan canê xwe ji dest dabûn. 

Şeva derbasbûyî, di dema ku otombîleke welatiyên Sivîl, li nêzî xala kontrolê ya çekdarên ser bi Tirkiyê ve, li gundê Qeşqa re derbaz dibû, çekdaran ew gulebarankirin û di encamê de 2 kesên sivîl ên bi navên Mihemed Xidir Husên û Ziyab El-Elî ku di nav otombîlê de bûn canê xwe ji dest dan.

RÛDAW

bottom of page