top of page

ROJAVA - Keçên Amûdê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin


Keçên qehremanên hemû Sûriyê ji Şamê vegeriya Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Qamişlo ji aliyê hejmareke mezin a xelkê ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Ew keçên Amûdê ku bi madalya û kupaya Sûriyê vegeriyan welat, dibêjin, wan karîn serkeftineke pir mezin bidest xwe ve bînin.

Yek ji lîstîkvana Tîma Amûdê bi navê Rehef Hisko, dibêje, ew gelek kêfxweş in bi vê serkevtinê.

Li Amûda Bavê Mihemed bi def û zirna Kurdî, pêşwazî li keçên qehremanên Amûdê hate kirin ku bûne qehremanên hemû Sûriyê di lîstika futbolê de.

Lîr lîra dayikan û keçan e, çima na, bi îmkanên pir lawaz û bi zehemetiyeke zêde, li Şamê zora piraniya tîmên xwedî îmkanên mezin birin û golên hêja avêtin û navê Amûda li ser asta Sûriyê bilind kirin.

Welatiyeke Amûdê bi naêv Elîn Elî, dibêje, “Serê me bi wan bilind e. Kêfa me gelek hat û înşallah dê serê me bi wan her bilind be.”

Ciwaneke bi navê Mifal Hemê jî dibêje ew ji bo pêşwaziya keçên xw kom bûne ku li ser asta Sûriyê bûne qehreman û got, “Em gelek kêfxweş in.”

Zarokeke bi navê Hêvî ku ew jî ji bo pêşwaziya keçên Amûdê di merasîmê de amade bû, dibêje, “Ez ji Hesekê hatim û gelek kêfa me hatiye.”

Tîma keçên Amûdê, ti lîstikeke xwe li Şamê winda nekir û bo yekem car dibe qehremana xula fotbola keçên Sûriyê.

Êdî niha Amûdê yekema Sûriyê ye û Amûdî jî bi vê serkeftinê pir kêfxweş in.

RÛDAW

bottom of page