ROJAVA - ENKS bi kempînên xwe hewla rûbirûbûna Koronayê dide

Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Tirbespiyê dest bi kempîna dezenfektekirina bazara vî bajarî kiriye.
Encûmena Xwecihî ya ENKSê weke tedbîrekê ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê, li bajarê Tirbespiyê dest bi vê kempînê kiriye.
ENKSê berî niha di çend rojên bihorî de li herdu bajarên Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê jî dest bi heman kempînê kiribû.
Tîmên ser bi ENKSê li nav bazarên wan bajarên Rojavayê Kurdistanê digerin û ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa COVID-19, bazarê û cihên giştî dezenfekte (taqîm) dikin.
Ew kempînên ENKSê weke pêngavên ji bo alîkarîkirina Rêveberiya Xweser di rûbirûbûna vîrusa Koronayê de tên dîtin û xelk bi germî pêşwazî li wan pênagavên ENKSê dikin.
Rêveberiya Xweser jî di çarçoveya tedbîrên ji bo rêgirtin li belavûna vîrusa Koronayê de, hin biryar û rênimayî dane, ku qedexeya derketina derve li nav bajaran û di navbera bajar û bajarokan de, herwiha girtina deriyên dibistanan û navendên xwandinê û rawestandina merasimên giştî, çend mînakên ji wan biryarên Rêveberiya Xweser in.
Her li gor briyarên Rêveberiya Xweser, biryar e ji sibe Duşemê 23ê Adarê li seranserî herêmên di jêr kontrola wê rêveberiyê de, qedexeya derketina derve bikeve warê cîbicîkirinê.
RÛDAW