ROJAVA - ENKSê mercên ji bo lihevkirinê aşkere kirin

Bi vekirina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû dibe.
ENKSê bi fermî di ofîsên xwe vekirin û amadekariyên vekirina 10 ofîsên din jî li seranserî Rojavayê Kurdistanê dike.
Herdû aliyên Kurdî nêzîkî deriyê danûstandinan dibin, bi vekirina wî deriyê jî, ENKSê sê daxwaziyên wê hene.
Nafih Ebdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê dibêje, “Ya îdareya ku heye bê pêşxistin yan jî yek nû bê damezrandin, hevbeş be, nêrîneke siyasî jî li ser pêşeroja Sûriyê ava bibe, ya siyem jî meclisek leşkerî hevbeş bê pêkanîn, biryara şer û aştiyê bide.”
Vegera bo gava yekem û jinû ve avakirina rêveberiyekê piştî 12 hezar şehîdan nabe, PYDê wiha dibîne , lêbelê amadebûna xwe nîşan dide bo guhertinên di rêveberiya niha de.
Berpirsê Desteya Peywendiyên Derve ya PYD, Salih Muslim, di semînerekê de, behsa girîngiya yekrêziya navmala Kurdî kir û got, “Em jibo yekrêziya Kurdî amade ne , heya pêkhatiyên di nav me de ji Ereb û Suryanan daxwaza yekrêziya me dikin, em wek alîyekî Kurdî ji destpêkê ve hewl didin.”
Rêveberiya Xweser ku bi îdeolojiyeke taybet deverê birêve dibe û ENKS ku xwedî pirojeyeke netewî ye, weke desthilat û opozisyonê lihev dinerin.
Heta niha jî şêwazê lihevkirin û jihevnêzîk kirinê di asoyan de zelal nebûye.
RÛDAW