ROJAVA – ‘Cara yekê bû ku me dît Kurd bûne yek’

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê piştî 16 salan bi şanazî ve behsa serhildana 12 Adara 2004an dikin û dibêjin, tevî ku hikûmeta navendî ya Sûriyê wê demê bihêz jî bû, lê belê Kurdan li dijî zordarî û neheqiyê serî bilind kirin û li bajarên Rojavayê Kurdistanê êrîşî navendên emnî û hikûmî kirin.
Di ser serhildana 12ê Adarê ya li Rojavayê Kurdistanê re 16 sal derbas bûn ku di wê serhildanê de 39 Kurd şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Bi hezaran kes di wê serhildanê de ji aliyê hêzên emnî yên hikûmeta Sûriyê ve hatin girtin û malên Kurdan li Serê Kaniyê û Hesekê hatin talankirin.
Piştî serhildanê berdewam xortên Kurd di leşkeriya bi zorê de dihatin kuştin. Herwiha bi biryara fermî 11 xwendekar ji zanîngeha Şamê hatin derkirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê, di 16mîn salvegera bîranîna wê serhildana dîrokî de, nerîna hejmarek ji xelkên Rojavayê Kurdistanê wergirtiye. Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi awayekê giştî dibêjin, ku bûyera li yarîgeha Qamişlo û êrîşa li ser Kurdan bi plan htaibû kirin.
Welatiyên bajarê Amudê ji Rûdawê re dibêjin, tevî ku hikûmeta navendî ya Sûriyê wê demê bihêz jî bû, lê belê Kurdan li dijî zordarî û neheqiyê serî bilind kirin û li bajarên Rojavayê Kurdistanê êrîşî navendên emnî û hikûmî kirin.
Dikandar Reşîd Fatê dibêje, dema xelkê li dijî hikûmeta Sûriyê serî hilda û derketin ser cadeyan, me bawerî bi çavên xwe nedikir, ku li Rojavayê Kurdistanê xelk wisa êrîşî navendên hikûmetê bikin.
Memdûh Beşîr Bêk ku karê kehrebayê dike, diyar dike, ku hikûmeta Sûriyê wê demê dikarî her karî bike, ji ber ku bihêz bû, lê belê xelkê Kurd gihîştibû astê teqînê û serî rakirin.
Welatiyekî Kurd ê ji Amûdê yê bi navê Yasîn Osman ku dikandar e, derbarê serhildanê de dibêje, cara yekê bû ku me dît Kurd li ser cadeyê bi hev re bûne yek.
Elî Dirê'î jî ku dikandar e, dibêje, piştî bûyerên ku li Qamişlo çêbûn û Dêrezorî hatin li Yarîgeha Qamişlo xurtî kirin, xelk li her derê Rojavayê Kurdistanê gelek aciz bûn û ber bi Qamişlo ve ketin rê, lê hikûmetê rê girtin lewma dema ku xelk vegeriyan cihên xwe, her tişê li ser rêya xwe şewitandin û kina dilê xwe wisa derxistin.
Roja 12.03.2004 li Qamişlo, ji bo lîstika di navbera tîma fotbolê ya Fituwe ya Dêrezorê û tîma Cîhad a Qamişloyê, xelk li stadyomê kom bûbûn, bêhtirî 1200 alîgirên tîma Fituwe ji Dêrezorê çûbûn Qamişloyê, wan bi xwe re li pêşiya çavên polîsan, kevir, dar, kêr û gelek tiştên şer derbasî stadyomê kiribûn.
Di navbera wan alîgirên tîma Fituwe û alîgirên tîma Cîhad û xelkê Qamişlo de şer derketibû, û polîsan û hêzên ewlehiyê jî piştgiriya erebên Dêre Zorê kiribûn. Parêzgarê wê demê yê Hesekê fermana gulebarana xelkê Qamişlo dabû, û di cih de 13 Kurd şehîd bûbûn ku 3 ji wan zarok bûn.
Piştre li seranserê Rojavayê Kurdistanê, li Helebê, Şamê û bajarên din ku Kurd lê dijîn, Kurdan li dijî hikûmeta Sûriyê serî hildan û dest bi xwepêşandanên berfireh kiribûn.
Di dema serhildanê de li gor amarên ku sazî û partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bi belge tomar kirine, 39 welatiyên Kurd şehîd bûbûn.
RÛDAW