top of page

Rojava – 20 hezar zarokên jêr 6 salî li kampa Holê ne


Piştî ragihandina nemana DAIŞê li Iraq û Sûriyê, hejmareke zêde ya zarokên çekdarên DAIŞê jî li kampan hatin bicîhkirin. Piraniya wan zarokan bêyî dayîk û bav dimînin. Li gorî raporta dawî ya Rêxistina Cîhanî ya Parastina Zarokan û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, tenê li kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 20 hezar zarokên temenê wan kêmtir ji 6 salî hene ku dike %25 ji hejmara wan zarokan. Zarokên bê dayîk û bav jî di rewşekî gelek xirab de dijîn û li benda alîkariyan û her wiha diyarkirina çarenivîsa xwe ne.

Zarokên çekdarên DAIŞê, ku li Rojavayê Kurdistanê li nav kampan dijîn, yek ji mijarên girîng e, ku ji aliyê civaka navdewletî û rêxistinên navneteweyî ve hatiye piştguhxistin û metirsiya encamên ragirtin û derengxistina çareserkirina wê kêşeyê, li ber çavan nehatiye girtin.

Aliyek ji vê dosyeyê ew zarok in, ku li nav Kampa Holê, li rojhilatê bajarê Hesekê, yê Rojavayê Kurdistanê, ligel dayikên xwe dijîn û aliyê din jî, girêdayî wan zarokan e, ku bê dê û bav mane.

Li gorî raporta dawî ya Rêxistina Cîhanî ya Parastina Zarokan û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, niha 65 hezar kes nîştecihê Kampa Holê ne, di demekê de ku ew kamp ji bo 43 hezar kesî hatibû dirustkirin.

Di raportê de hatiye gotin, ji wê hejmarê jî nêzîkî 20 hezar zarokên temen kêmtir ji 6 salî hene, ku dike %25 ji nîştecihên kampê. Herwiha bêhtir ji 10 hezar kesên biyanî, ku xelkên neteweyên cuda ne, û ji welatên cuda yên cîhanê pêwendî ligel DAIŞê kiribûn, niha li nav kamê dijîn, ji wan jî, 7 hezar zarokên biyanî hene.

Rêjeya %65 ji wan zarokan, temenê wan li jêr 12 saliyê ye.

Li gorî amar û datayên fermî yên rêveberiya kampê û Rêveberiya Xweser, herwiha rêxistinên navdewletî, rêjeya giştî ya tevaya zarokên temen kêmtir ji 18 salî, dike %70 ji rêjeya niştecihên Kampa Holê ku pêwîstiya wan zarokan bi perwerde, parastin û piştgiriya derûnî heye.

Di qonax û demên cuda de, 750 kes ji wan niştecihên biyanî, hatine vegerandin ji bo welatên xwe, ku dawiya 2019an piraniya wan hatin vegerandin bo welatên Ewropayê.

Zanyariyên ku ji aliyê Rêveberiya Kampa Holê û Rêveberiya Xweser ve têne ragihandin, diyar dikin ku hiştina wan zarokan li Rojavayê Kurdistanê kêşeyeke mirovî û ewlehî ye.

Herwiha peydakirina pêdiviyên tendirustî, bijîşkî, perwerdeyî, av, xwarin û xorakê jî, ji bo wê hejmara gelek ji nişteciyên kampê, di nav de jî zarok, karekî gelekî zehmet e.

Ji ber vê sedemê, beşê mezin ji zarokên li nav Kampa Holê, bi taybetî zarokên DAIŞiyan, tûşî nexweşî û kêşeya bedxwarinê û nebûna dermanan bûne.

Di heman demê de, nebûna sîstema guncaw a perwerdeyê ji bo wan zarokan, karekî zehmet e, êdî encamên vê rewşê bi xirabî vedigerin, nemaze hinek ji wan zarokan li ser nerîn, hizr û prensîpên radîkal û tundrew hatibûne perwerdekirin.

Çareseriya kêşeya zarokên DAIŞiyan ne hêsan e.

Ji aliyekî ve, nabe ew zarok ji xizm û dayikên xwe bêne cudakirin, ji aliyekî din ve jî, nabe ji bo wan zarokan, dê û bavên wan bêne azadkirin.

Çareserkirina vê hevkêşeyê, di destê Civaka Navdewletî de ye, ku heta niha, ew jî li ser vê mijarê bêdeng maye.

RÛDAW

bottom of page