top of page

ROJ ROJA XİRET Û YÊKÎTÎ YE


ROJ ROJA XİRET Û YÊKÎTÎ YE

Seranserê cihanê rojev tekoşîn dijî şewbêyê Corona  ye.

Lê belê girjî û bûyerên, ku li Kurdistana Başurê diqewmin, dibe sedema nîgeraniya mezin.

Li navçeye Zînê Wertê, ku çend roj bere bibû armanca êrîşa firokeyên cengî ya Tirk, di nava Pêşmergeyên Kurdistan û hêzeke çekdar da girjî û alozî derket. Ger herçi zûtir pêşiya girjiya hanê neyê girtin, deskevtên netewî, ku berhema bi sedan hezar şehîd in,  wê bikeve bin metirsiyê.

Roj roja diyar kirina aliyê berheq û neheq nine.

Roj roja ji bona pêşî lê girtina mezin bûna alozî û parastina deskevtên netewî, aram û li ser xwe bûn e.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK,  bang li partiyên, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê pêk anine û hemu hêzên welatparêzên Kurdistana Başur dike, ku;

Bi mesuliyête tevbigerin;

Bona nehiştina girjî û aloziyê;

Bona yêkxistina hêzên Peşmerge û hemu dezgeyên îdarî,

Bona alîkariya Hikumeta Herêma Kurdistanê, daku bernama xwe ya çaksaziyê cî be cî bike, destê xwe bidine hevudu.

PSK pişt rast e û dizane, ku partiyên Kurdistana Başurê yên xudan ezmun, karên usa nakin, ku dostên me xemgîn, neyarên me dilşad bin.

17 Avrîl 2020

PSK-Partiya sosyalîst a Kurdistan

bottom of page