Rizgarbûyeka din a destê Daişê bi kesûkarên xwe şad bû

Kiçek dî ya Êzdî ji Kempa Holê li Sûriya hat rizgarkirin û bi kesûkarên xwe, li Kempa Şarya, li Dihokê, şad bû.
Melek ew kiça temen 11 salîye û di dema hêrişa çekdarên Daişê bo ser Şengarê li gel Dayîk û bav û birayê xwe ji alîyê çekdarên wê rêkxistîyê hatin revandin. Piştî çend salan vegerîya nav kesûkarên xwe, lê dayîk û birayê wê li burdûmaneka bajarê Hecîn şehîd bûne.
Ji malbata Melekê 19 kes ji alîyê Daişê ve hatîne revandin û heya niha çarenivîsa wan nedîyarin.
Melek xelkê navenda Şengare û di temenê 5 salîyê de, hatibû revandin, lew niha zimanê Dayîkê nizane.
Heya niha 3528 revandî ji destên çekdarên Daişê hatîne rizgarkirin, lê çarenivîsa hejamreka wan nedîyare û hewil jî bo vedîtina wan di berwamin.