top of page

Rewşa tendrustîya Dayika Şehîdan nebaş e


Ji ber nexweşiya gurçikan rewşa tendirustiya Dayê Eyşe ku naskiriye bi navê “Dayika Şehîdan” bo nexweşxaneya Soranê hatiye rakirin.

Kurê Dayê Eyşe Xurşîd Şêxzade ji BasNewsê re axivî û aşkere kir rewşa dayika wî gelekî xirab e û ji ber rewşa tendirustiya wê ya xirab bo nexweşxaneyê hatiye rakirin. Herwiha di encama testên wê li nexweşxaneyê derketiyê holê ku kevirê gurçika wê daketiya xwarê û rewşa wê nebaş e û divê neştergerê bo wê werekirin.

Herwiha Xurşîd Şêxzade da zanîn biryar e li nexweşxaneya Şeqlawa neştergerî ji bo wê were encam dan û wê bijîşkên wê biryarê li ser şêwaza neştergeriya wê bidin bê ka wê lazer be yan neştergeriya din be.

Di Mijdara 2014an de her sê Pêşmergeyên birayên hevdu zarokên dayê Ayşê, Necat Osman û Mewlud Osman Teha Osman li Zûmarê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûn. 23ê Kanûna 2014an de Serok Barzanî navê bo nasnavê “Dayika Şehîdan” da bû Dayê Eyşe.

BasNews

bottom of page