top of page

Rejîma Îranê di cejnê de jî rehim bi Kolberan nekir


Duhê di yekem roja cejna Remezanê de Kolbereke din hate kuştin.

Li gor raporta nêrîngeha mafên mirovan ya li Rojhilat bi navê Hengaw, duhê di yekem roja cejna Remezanê de çekdarên ser bi rejîma êrîşî ser Kolberên Kurd kirine.

Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku duhê li zozanên gundê Kuran ya ser bi navçeya Soma ya ser bi Urmiyeyê çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser Kolberên Kurd kirine û di encama êrîşê de Kolberek bi navê Erselan Ehmedî canê xwe ji dest daye û du Kolberên din yên ku birayên hevin bi navê Tûran û Ridvan Ehmedî jî birîndar bûne.

Li gor Hengawê hefteya derbazbûyî 9 Kolber di encama êrîşên çekdarên Îran û Tirkiyeyê de birîndar bûne.

N: E. G

KTV

bottom of page