Rûsye huşdarî dide Tirkiyeyê

Wezareta berevanî ya Rûsyeyê duhê belav kir ku jiber aloz bûna rewşa Îdlibê hikûmeta Sûriyeyê neçar bûye ku asmana Îdlibê daxe û her balefirek ku li ser asmanê Îdlibê bigere weke hêze dijmin tê wesifkirin û tê xistin.
Piştî biryara hikûmeta Sûriyeyê, wezareta berevanî ya Rûsyeyê jî huşdarî daye Tirkiyeyê û ragihand ku ji niha û pêde em nikarên gerentiya balefirên Tirkiyeyê bikin jiber ku eger derbasî asmana Sûriyeyê bibin vê ji aliyê sîstemên berevanî yên Sûriyeyê ve werin xistin.
N: E. G
KTV