Rûsya: Rewşa navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê xirab e


Wezareta Derve ya Rûsya radgihîne, rewşa navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê xirab e, DAÎŞ rewşa Koronayê ji bo encamdana êrîşan wek derfet dibîne.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsiyê Marya Zaxarova di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ew têkçûna rewşa navçeyên ne dibin kontirola Hikûmeta Sûriyê de li bakurê rojhilatê Sûriyê dişopînin û got, çekdarên DAÎŞê rewşa rûbirûbûna Korona wek derfet ji xwe re dîtine ji bo encamdana êrîşan.

Wezareta Derve ya Rûsiyê diyar jî kir, ji 10 ta 15ê vê mehê, çekdarên DAÎŞê zêdetirî 20 êrîşan dijî HSDê li parêzgehên Reqa û Dêrazorê encam dane, ku bûye sedemê can ji destdana 20 kesî û birîndarbûna 30 kesên din jî.

K24