Rûsya: Êw ên ku êrîş kirine ne hêzên me yên esmanî ne


Werazeta Berevaniya Rûsyayê derbarê kuştina 33 leşkerên Artêşa Tirkan li Idlibê de daxuyaniyek daye. Wezaretê gotiye hêzên wan ev êriş pêk neaniye û balafirên wan ên şer ti xaleke artêşa Tirkiyeyê li Idlibê nekirine armanc.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku grûpên çekdar li Idlibê hewl dane êrîşî li ser Artêşa Sûriyeyê bikin û artêşa Sûriyeyê bersiv da. Diîsa hatiye diyarkirin ku cihên wan çekdaran bombebaran kirine.

Bixwîne - Waliyê Hatayê: Li İdlibê 33 leşker mirine

Li gor daxuyaniyê, “serbazên Tirkiyeyê di nava grûpên çekdar ên Sûriyeyê de bûne ku rastî bombebarana li Idlibê hatine”, lewma encameke wisa derketiye holê.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê tekez dike, ku balafirên wan ti pêgehên Tirkiyeyê li Idlibê nekirine armanc û destnîşan dike: “Piştî em agahdarî kuştina serbazên Tirkiyeyê bûn, me her tişt kir ji bo agirbesta giştî ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve.”

Wezaret Rûsyayê herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye, ku Enqerê agahî nedaye Rûsyayê ku hêzên wan li Idlibê ne.

Duh hêzên Tirkiyeyê li sînorê parêzgeha Idliba Sûriyeyê rastî êrîşê hatin û li gor daxuyaniya herî dawî ya Waliyê Hatayê Rahmî Doganî, di encama êrîşê de 33 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û hejmarek serbaz jî birîndar bûne. (AS/FD)

BÎANET