top of page

Rêxistina Efûyê bang li Tirkiyê kir: Bila rojnamegerên girtî bêne berdan


Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo rojnamegerên girtî yên Tirkiyê ku Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk jî di nav girtiyan de ye, banga hikûmeta wî welatî  kir û xwest rojnameger bên berdan.

Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Tirkiyê derbarê rojnamegerên girtî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ji bo azadkirina rojnamegerên bang li hikûmeta Tirkiyê kir û xwest ku rojnamegerên mafê wan ê azadiyê hatiye binpêkirin, bên berdan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di demên dawîn de desteserkirin û girtina 8 rojnamegeran bûye cihê fikaran.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bibîr xist ku Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya hatiye desteserkirin û wan weke rêxistin derbarê parvekirinên Rawîn Stêrk de lêkolîn kirine û dibêje: “Parvekirinên navborî nûçe û şîrove ne û loma ew dikeve çarçoveya mafê azadiya ramanê.”

Herwiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di beşeke din a daxuyaniyê de destnîşan kir ku mafê azadiyê di kêm rewşan de tê sînorkirin û ji aliyê peywendîdar xwest ku hedefgirtina rojnamegeran a bi kêfî were dawîkirin û got: “Em weke Rêxistina Efûyê darizandina rojnamegeran di cih de nabînin û em bang dikin ku rojnamegerên girtî bên azadkirin.”

RÛDAW

bottom of page