Rêveberiya Xweser nirxê yek kîlo genim kir 17 Centên Amerîkî

Rêveberiya Xweser nirxeke nû ji genimê îsal ê cotkarên Rojavayê Kurdistanê re diyar kir.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê nirxê kirîna yek kîlo genim bi (17) Centên Amerîkî diyar kir.
Li gor daxuyaniyê, fatûreya cotkaran bi Lîreya Sûrî tê xerckirin, li gor nirxê Dolar ê di dema xerckirin û wergirtina wê ji aliyê cotkar ve.
Pêştir Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim bi 225 Lîreyên Sûrî diyar kiribû, lê ji ber daketina nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolar, Rêveberiyê nirxê genim serast kir û kir 315 Lîre, vê carî jî kir 17 Centên Amerîkî.
K24
S. B