top of page

Rêveberiya Xweser: Karînên me sînordar in, divê pabendî rêkarên tenduristiyê bibin


Hevseroka Deseteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatiyan kir pabendîn rêkarên Desteya Tenduristiyê û Desteya Hundirîn bibin, ji ber ku heger vîrusa Korona belav bibe, dê bi karesateke mirovî re rûbirûyî bimînin.

Hevseroka Deseteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Hêvî Mustefa derbarê rêkarên xweparastina ji vîrusa Korona ji K24ê re ragihand, piştî belavbûna vîrusa li cîhan û welatên navçeyê, pêwîst bû Rêveberiya Xweser hin biryaran bistînin û rêkarên xweparastinê bigirin ber. Qonaxa yekem wan deriyên sînorî girtin, piştre kombûnên giştî hetin qedexekirin û piştre di qonaxa sêyemîn de qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Hêvî Mustefa daxwaz ji welatiyan kir, di heyama 15 rojên qedexeyê de li malên xwe bimînin, ji xwe û malbatên xwe ji metirsiyên vîrusa Korona biparêzin.

Tekez kir jî, heta niha ti tûşbûna bi vîrusa Korona li herêmên Rêveberiya Xweser nehatine tomarkirin, lê metirsî heye virus bigihe wê herêmê, bi taybet ku li herêmê rewşa şer heye û karînên Rêveberiya Xweser sînordar in. Ji ber wê jî wan bilez rêkarên xweparastinê girtin ber.

Hevseroka Deseteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser tekez kir: Heger vîrusa Korona li herêmên Rêveberiya Xweser belav bibe, dê karesateke mirovî bi xwe re bîne.

Derbarê egera dirêjkirina heyama qedexekirina derketinê de, Hêvî Mustefa aşkere kir, Şaneya Krîzê ji Desteya Hundirîn, Desteya Tenduristiyê û Desteya Şaredariyê pêk hat û rojane û li gor şert û mercên rewşê biryaran didin, heger pêwîst bike, dê dema qedexeya çûnûhatinê bê dirêjkirin.

Hêvî Mustefa diyar kir, Rêveberiya Xweser bi hevahengiya ligel rêxistinên mirovî hewl didin alîkariyan pêşkêşî xelkê bikin, bi taybet xelkê derbider û koçber bûne.

Hevserok bi riya kenala K24ê re bang li civaka navdewletî û aliyên pêwendîdar kir, ku rewşa Rojavayê Kurdistanê rewşeke şer e û gelek koçber û derbider lê hene, ji ber wê divê rewşa wan li ber çav were girtin û alîkariyên mirovî û tenduristiyê pêkêşî wan bikin. Bi Taybet amûreyên rûbirûbûna vîrusa Koronayê.

Amaje bi wê jî da, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Tenduristiya Hikûmeta Sûriyê re di pêwendiyê de ye, ji bo dabînkirina pêwîstiyên herêmê, lê hîna ti hevkariyên pêwîst nehatine pêşkêşkirin.

K24

S. B

bottom of page