top of page

Rêveberiya Xweser derbarê jinên Efrînî yên rizgarkirî de daxuyanî da


Di daxyaniyekê de, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê binkariyên di derheqên jinên Kurd ên li Efrînê de bi tundî şermezar kir û ragihand, ew tişta li dijî jinên girtî ji aliyê çekdarên grûpa el-Hemze ve hatiye kirin, binpêkirineke metirsîdar e.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser, bi hezaran kiryar û tawanên wekî “koçberkirin, kuştin, revandin, talankirin, têkdana pîrozgehan, şewitandin, wêrankirin û niştecîkirina xerîban li Efrînê têne kirin û niha jî binpêkirinên kirêt li dijî jinan tên kirin.”

Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser gotiye, “em van binpêkirina şermezar dikin û berpirsiyariya tişta li dijî jinan hatiye kirin dixin stuyê rejîma Tirkiyê.”

Rêveberiya Xweser herwiha bang li rêxistin mafên mirovan û rêxistinên jinan li cîhanê û saziyên Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û Amerîkayê kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û van kiryar û binpêkirina şermezar bikin û helwesteka aşkere û diyar li hember vî karê grûpa Hemze û hemû grûpên girêdayî Tirkiyê nîşan bidin.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser daxwaza lêkolîneke navdewletî û sizadana berpirsên di ber van binpêkirinan de kir.

Pêr 5 jinên Kurd li Efrînê di baregeheke grûpa el Hemze de hatibûn dîtin, ku pêştir ji aliyê çekdarên wê grûpê ve hatibûn girtin

Dîtina wan jinên Kurd ên Efrînî di nava baregeheke grûma el Hemze de piştî wê yekê hat, ku di navbera erebên Xûteyê yên nîştecihê taxa Mehmûdiye ya Efrînê û çekdarên grûpa el Hemze de şer derket û çekdarên wê grûpê ji baregeha xwe reviyan.

Piştî ku çekdar ji baregeha xwe reviyan, xelkê taxê û Polîsê Leşkerî yê ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve avêtin ser baregehê û hejmarek jinên girtî di baregehê de dîtibûn, ku li gor zanyariyên Rûdawê 5 ji wan jinan Kurd û xelkê Efrînê ne.

RÛDAW

bottom of page