Rêveberiya Xweser buhayê ceh diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfet da bazirganan ku kîloya ceh ji cotkaran bi 150 Lîreyên Sûriyê bikirin.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, Hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê, nûnerên yekitiyên cotkaran ji bo diyarkirin buhayên berhemên çandiniyê yên îsal, civiyan.
Di civînê de biryar hat dayîn ku bazirgan kîloya ceh ji cotkaran bi 150 Lîreyên Sûriyê bikirin. Herwiha derfet da jî, cotkar ceh derxin derveyî herêmên Rêveberiya Xweser jî.
Herwiha ku berî demekê buhayê kîloya genim bi 225 lîreyên Sûriyê hatibû diyarkirin, di civînê de behsa guhartina buhayê genim jî hat kirin, ku dê di civîneke din de were buhayê nû were diyarkirin.
K24
S. B