top of page

Rêveberiya Xweser: Şam hevahengiyê bo rûbirûbûna Koronayê nake


Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ragihand, ji dema derketina vîrusa Korona li cîhanê, Rêveberiya Xweser deriyên sînorî xistin bin çavdêriya tenduristiyê û her kesê di wan deriyan re derbas bibe divê 15 rojan bikeve kerentînê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed ji K24ê re ragihand, tenê li firokxaneya Qamişlo rêjîma Sûriyê bê hevahengiya bi Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê re bike, kesên ji deverên vîrusa Korona lê belav bûye tîne û bi qaçaxî derbasî herêmê dike.

Dr. Menal Mihemed careke din rexne li rêjîma Sûriyê girt û got, heta niha ti haletên pêketina bi vîrusa Korona li herêmên wan tine ne, her çi haletên pêketina bi vîrusa Korona rû bide, rêjîma Sûriyê di ber de berpirsyar e.

Herwiha Menal Mihemed diyar kir jî, ew j bo rûbirûbûna vîrusa Korona bi Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û Hevpeymaniya Navdewletî re di pêwendiyê de ne, lê heta niha ti hevkarî pêşkêş nekirine.

Di berdewamiyê jî de Dr. Menal Mihemed amaje bi pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê kir û daxwaz kir ku divê welatî bi Desteya Tenduristiyê û desteyên pêwendîdar re hevkar bin, ji bo xwe û herêma xwe biparêzin û her kesê ku ji derve bê, divê ew bixwe serî li tîmên tenduristiyê bidin û xwe bixin kerentînê.

Li ser pêwîstiyên û alavên bijîşkî, Menal Mihemed diyar kir, li seranserî welatên cîhanê kêmanî di pêwîstî û alavên bijîşkî de çê bûne. Herwiha pêştir 40 salî herêmên Kurdî piştguhkirî bûn û niha jî 7 sal in jî di dorpêçê de ne, ji ber wê nexweşxaneyên wan ne amadekirî ne ku pêşwazî li hejmarên mezin ên tûşbûyên bi vîrusa Koronayê bike.

BasNews

bottom of page