Qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan li Qamişlo hatin bîranîn


Bi boneya 105mîn salvegera komkujiya Ermeniyan li kenîseyeke bajarê Qamişlo, merasîmeke sînordar hat encamdan.

Sibê, 24.04.2020, salvegera komkujiya Ermeniyan e sala 1915an ji aliyê dewleta Osmanî ve çê bûbû û di encamê de nêzikî 1.5 milyon hemwelatiyên Ermenî hatibûn qirkirin.

Li kenîseyeke li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, bi boneya salvegera 105mîn salvegera komkujiya Ermenan ji aliyên Osmaniyan ve merasîmek hat encamdan.

Ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê, îsal ji bo bîranîna qurbaniyên wê komkujiya ku sala 1915an rû dabû, birêve naçin.

Ew merasîma li kenîseya li Qamişlo jî bi beşdariya çend qeşe û hemwelatiyan birêve çû.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin.

Keşeyên ku beşdarî di wê merasîmê de kirine, derbarê cudahiya merasîma îsal ji yên berê de dibêjin ku îsal zêdetir îtîraf bi komkujiya Ermeniyan hatiye kirin.

Hikûmeta Sûriyê berî meh û nîvan, îtîraf bi komkujiya Ermeniyan kiribû.

RÛDAW