top of page

QEDEXE KİRİN NE ÇARESERÎ YE


Çalakiya HDP rû be ruyê qedexe kirinê ye.

Herwekî tê zanin, HDP biryar dabû, ku meşek ji Edirne û Colemergê ber bi Enqereyê çêke.

Heya niha valîtiya Wan, Şirnex, Tekîrdag û Kocaelî di nava bajarên hanê da çalakiyên wekî xwepêşandan û meş qedexe kirin. Her usa, ji ber şewbeyê Corana hatina nava wan bajaran û derketina ji wan bajaran jî hat qedexe kirinê.

Guman têda nîne, valîyên bajarên dinê jî, yên ku li ser rêka meşê ne wê biryara qedexe kirinê bidin.

Karbidestên hikumet û berpirsên AK Partî, bi daxuyaniya xwe ya derbareyê mêşa hanê ve, rûye xwe yê diji demokrasiyê nişan dabûn.

Eşkere kirina daxwazên xwe bi encamdana xwepêşandan û çêkirina meş ve, mafekî serekî ye û yek ji kar û xebata partiyên siyasî ye.

Qedexe kirina hanê gavekî nu ye, yê ku di rêka ava kirina diktatoriya taqekesî da hatiye avêtin û nişan dide, ku hikumeta AK Partî bona peşi lê girtina dengên neraziyê, sud ji şewbeyê corona verdigre.

Partiya me bi tundî qedexe kirina hanê mehkum dike û carekî dinê piştgiriya xwe li HDP dike,di ware êrîşa ne demokratîk bo ser HDP da.

Partiya me her usa daxwaz ji berpirsên HDP dike, ku derbareyê ajavegeriyê pirtir hestyar bin.

Ezmunên heya îro nişan dide, ku qedexe kirin, bilî kurtir û aloztir kirina pirsgirêken, nebûye çareseriyê û ji îro pêva jî nabe.

14 Xezîran 2020

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

bottom of page