top of page

Putin bo Erdogan: Divê em her tiştî gotûbêj bikin


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ragihand ku ji bo geşedan zirarê nedin peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê divê ew di mijara Sûriyeyê de her tiştî gotûbêj bikin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî ku dest bi civîna xwe bikin ji civîneke rojnamevanî saz kirin.

Vladimir ji bo leşkerên Tirkiyê yên li Idlibê hatine kuştin serxweşî xwest û got: “Ji bo geşedan zirarê nedin têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê divê em di mijara Sûriyeyê da her tiştî gotûbêj bikin."

Putin herwiha diyar kir ku ji artêşa Sûriyeyê jî gelek kes bûne qurbanî û lewma ji bo ew dubare nebe û zirarê nede têkiliyên Tirk û Rûsan, baştir e ku hevdîtinên dualî berdewam bin.

Erdogan destnîşan kir ku di hevdîtina bi Putîn re de biryarên ku ew li wir bidin dê him herêmê û him jî welatî wî aram bike.

Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Darayî Berat Albayrak, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Ibrahîm Kalin, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk,  Serokê Saziya Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettin Altun jî li gel Erdogan serdana Moskowê dikin.

Serokomariya Tirkiyê ragihandiye, serdana Erdogan bo Rûsyayê bo rojekê ye.

Serokomarê Tirkiyê berî ku serdana xwe y abo Rûsyayê dest pê bike, di daxuyaniyekê de hêviya xwe nîşan da, ku bikaribe ligel Putin ji bo rewşa Idlibê bigihîje agirbesteke dawî.

Erdogan got: "Em hêvîdar in ligel birêzan bikaribin piştrastiyê ji bo agirbestê bidin."

Têkildarî rewşa Idlibê, di navbera Rûsya û Tirkiyê de nakokî hene. Tirkiye piştgirî li komên çekdar ên dijî rejîmê li Idlibê dike û daxwaza rawestandina êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê û vekişîna bo sînorê rêkevtina Soçî dike.

Lê belê Rûsya piştgiriya operasyona artêşa hikûmeta Sûriyê li Idlibê dike û  Tirkiyê bi binpêkirina agirbesta Soçî tometbar dike.

Piştî gelek civînên di navbera şandên leşkerî ya Tirkiyê û Rûsyayê de, niha çav hemû li ser civîna navbera Putin û Erdogan in, ku bi civîna yekalîker derbarê rewşa Idlibê tê naskirin.

Wezîrê derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov dibêje, rewşa li Idlibê girêdayî cîbicîkirina Rêkeftina Agirbesta li wê parêzeha Sûriyê ye û tekez dike: "Çareseriya kêşeya Idlibê li ser cîbicîkirina Rêkeftina Agirbesta Idlibê maye, ku di navbera herdu serokên Rûsya û Tirkiyê de, Îlona 2018an hate îmzekirin. Mixabin nehate cîbicîkirin. Em hêvîdar in civîna serok Putin û serok Erdogan guherînan ji bo vê rewşê dirust bike û wê rêkeftina ku hatiye îmzekirin, bibe warê cîbicîkirinê."

Berî niha Serokomarê Tirkiyê gotibû, wî daxwaza alîkariya çek û teqemeniyan ji Serokê Amerîka Donald Trump kiriye.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Suriyê, James Jeffrey jî ragihandiye, ew dixwazin ji bilî alîkariyên mirovî, çek û teqemeniyan jî bidin Tirkiyê.

Şerê Idlibê krîzeke mirovî ya mezin li Sûriyê peyda kiriye û nêzîkî yek milyon kesî di dema 3 mehan de koçber bûne.

RÛDAW

bottom of page