top of page

Proseya lêgerînê li Xarpêtê bidawî bû


Li bajarê Xarpêt ê Bakurê Kurdistanê lêgerîna li pey kesên ku di bin kavilan de mane bidawî bû û avahiyên ku metrsiya herifînê li sere, têne xerakirin. 

Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û li hewarçûna Tirkiyê, îro cenazeyê kesek din ji bin kavilan derxist, hejmara kesên di erdheja înê de jiyana xwe jidest dane, bû 41 kes.

Karmendên hewarçûnê bi boneya dawîhatina proseya lêgerînê ku 67 saetan berdewam bûye merasîmek sazkirin.

AFADê ragihand ku bi awayeke kontrolkirî dest bi valakirin û herifandina wan avahiyan kiriye ku metirsî li ser jiyana xelkê heye. Li Xarpêt û Meletiyê 87 avahî rûxiyane û 1287 avahî jî xisar dîtine beşek ji wan dê bên hilweşandin.

Şeva îna borî 24ê Çileyê 2020an li Xarpêta bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 6.8 pileyên rîxter çêbû ku li bajar û parêzgehên din ên Kurdistanê, hest pê hate kirin.Erdhejê li Xarpêtê û çend navçeyên Meletiyê bû sedema ziyanên canî û madî.

Li gor dawî zanyarî, 41 kesan jiyana xwe jidest dan, hezar û 607 kes birîndar bûn, û 45 kes bi saxî ji bin kavilan hatine rizgarkirin.

RÛDAW









bottom of page