Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûna endamên Polîtburoyê civiya.
Peyvdarê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ji K24ê re ragihand, di civînê de dawî pêşhatên rewşa navxweyî yên Herêma Kurdistanê, nirxandina dawî pêşhatan û piştevaniya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna vîrusa Korona û rêkarên hikûmetê girtine ber hatin guftûgokirin.
Mehmûd Mihemed diyar kir, di civînê de guftûgo li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmet Iraqê bi serokatiya Mustefa Kazimî, tekezîkirina li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û mafên yasayî û darayî yên xelkê Kurdistanê de hatin kirin, ku pêwîst e di kabîneya bê de li ber çav were girtin.
Amaje bi wê jî da, ji bo çareserkirina pirgirêk û nakokiyan jî, diyalogê bi baştirîn çareserî dizanin.
K24
S. B