Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin

Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’a Dersim Dag, Azad Dag birevîne lê li ser bertek nîşandanê hat berdan.
Li Amedê li ser rêya Rihayê di 1’ê sibatê de polîsên sivîl xwestin kekê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Azad Dag birevîne. Dag li nêzî Nexweşxaneya Jinan û Weldandinê ya li ser rêya Rihayê bi wesayîta xwe li benda xwişka xwe ya wekîl bû. Di vê navberê de maşîneya polîsan a bi navê Ford Ranger hat li ber wesayîta Dag sekînî. Polîsan nasnameya Dag kontrol kir û bi angaşta “lêgerîn” heye xwestin wî binçav bikin. Dag bertek nîşanî polîsan da û got tu lêgerîna wî nîne. BERTEK NÎŞAN DA POLÎS SEKINÎN Polîsan xwest bi darê zorê Azad Dag li wesayîtê siwar bikin û wî bibin. Lê Dag bertek nîşan da û li wesayîta siwar nebû. Rageşî mezin bû û Dag xwest bang li parêzerê xwe bike û ku biçe cem wan. Li ser vê yekê polîsan nehişt Dag bangî parêzerê xwe bike û pişt re parlamenter Dersim Dag jî çû cihê bûyerê. DERSIM DAG: TIŞTA HÛN DIKIN QORSANÎ YE Parlamenter Dersim Dag jî bertek nîşanî polîsan da û ji polîsan re got “Hûn însanan direvînin? Hûn çi dikin? Tişta hûn dikin li dijî hiqûqê û mafên mirovan e. Tişta hûn dikin qorsanî ye. Tu tiştek birayê min tune ye.” Azad Dag jî da zanîn ku heke wî bertek nîşan neda û xwişka wî Dersim neçûya cihê bûyerê dê polîsan ew birevanda. SERÎ LI ÎHD’Ê DA Azad Dag piştî bûyerê ji bo piştgiriya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê da û dê serî li dozgeriyê jî bide.
MA