Platforma Zimanê Kurdî bang li dewletê û partiyên siyasî kir

Platforma Zimanê Kurdî bi boneya Roja Zimanê Dayikê bang li dewletê kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Heriwha bang li partiyên siyasî û parlamentoyê jî hat kirin ku “gav biavêjin, yasayên mafê zimanê Kurdî bixin rojeva parlamentoyê û helwesta xwe diyar bikin.”
Platforma Zimanê Kurdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li hoteleke li Sûra Amedê konferanseke rojnamevaniyê saz kir.
Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, daxuyaniya wê platformmê xwend û got ku ew weke platform bang li hemû Kurdan dikin ku xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê xwe biparêzin ku zimanê Kurdî “nasnameya me ye, hebûna me ye û taca serê me ye.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Ji bo ku em weke milet ikarin bi serbilindî li hemberî asîmîlasyonê derkevin, divê pêşiyê em li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê xwe li hemberî asîmîlasyonê bikin merteleke zindî, bikin helwesteke siyasî.”
Platforma Zimanê Kurdî dibêje, ‘ziman hebûna me ye’ û diyar dike, “Diyar e dema ziman ji destê me çû, siberoja netewa me jî dê ji destê me biçe. Em dê weke milet di nav miletan de winda bibin. Em ê bi xwe xwe bikujin û xwe ji holê rakin. Eger em naxwazin bibin bikujê miletekî xwedî dîrok û ziman li Rojhilata Navîn, divê em berî her tiştî li zimanê xwe xwedî derkevin.”
Herwiha di wê daxuyaniyê de hat gotin, “Divê em weke roniya çavê xwe zimanê Kurdî biparêzin û gav bi gav astengan ji holê rakin. Bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin.”
Di dewama daxuyaniyê de bi boneya Roja Zimanê Dayikê, daxwaz ji dewletê hat kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bibe zimanê fermî û Saziya Zimanê Kurdî were damezrandin.
Herwiha daxwaz ji partiyên siyasî jî hat kirin, “Bila partiyên siyasî û parlamento gav biavêjin, yasayên mafê zimanê Kurdî bixin rojeva parlamentoyê û helwesta xwe diyar bikin. Bila bi hevbeşbûneke berfireh zimanê Kurdî bibe xwediyê statûyeke yasayî.”
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin jî, “Beriya ku em bigihijin armancên xwe yên sereke, divê me bi hişmendiya ziman tevbigerin. Nirx û rêjeya axavtin, nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî di nava gelê xwe de bilind bikin. Di nava gelê xwe de hişmendiya zimanê Kurdî bilind bikin, di her warî de doza zimanê Kurdî derxînin pêş. Bila zimanê Kurdî bibe rûhê civaka Kurdan.”
Platforma Zimanê Kurdî roja 29.10.2018an li Amedê hate avakirin û ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) pêk tê.
RÛDAW