PKKê kuştina fermandarekî xwe li çiyayê Biradost ragihand

Komîta Rêveber a PKKê ragihand, endamekî Komîta Navendî yê bi navê Qasim Engîn di 27ê meha bûrî de li çiyayê Biradost ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hate armanckirin.
Di daxuyaniyekê de PKKê ragihand, endamê Komîta Navendî Qasim Engîn yê navê wî (Îsmaîl Nazlîkol) di 27ê meha Gulanê di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de li devera Biradost hat armanckirin û canê xwe jidest da.
Qasim Engîn di sala 1989 de bû endamê PKKê û di sala 1990ê de çûye akademiya Mehsûm Korkmaz a PKKê, ku rêberê PKKê Ebdula Ocalan bixwe li wê deverê endamên rêxistinê perwerde dikirin.
Li gor daxuyaniyê jî, Qasim Engîn li Badînan, Biradost û Qendîlê kar kiriye û demeke dirêj berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bû.
K24
S. B