Piraniya girtiyên siyasî yên Îranê Kurdin

Reporterê taybet bi mafên mirovan ya Netewên Yekgirtî yê ku erkê vî amade kirina raportê derbarê mafên mirovan li Îranê ye diyar kir ku piraniya girtiyên siyasî yên li Îranê Kurdin.
Cawîd Rehman diyar kir ku li Îranê mafên mirovan û azadiya ramanê bi berfirehî û bi awayekî rojane tê binpê kirin.
Cawîd Rehman eşkere kir ku piraniya wan girtiyên siyasî yên li Îranê Kurdin û bi tenê di 8 mehên destpêka sala 2019an de 352 welatiyên Kurd jiber ramanên xwe hatine girtin.
Biryare ev raporta han di 9ê Adarê de pêşkêşî komîteya mafên mirovan ya NY were kirin.
KTV