Piştî vebûna deriyê Sêmalka vegera xelkê bo Rojavayê Kurdistanê destpê kir


Îro piştî vekirina deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, hejmarek ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ku bi sedema tedbîrên têkildarî vîrusa koronayê li Başûrê Kurdistanê asê mabûn, vedigerin herêma xwe û nav malbatên xwe.

Tevî wê yekê hejmarek ji xelkê Rojavayê Kurdistanê bi sedema ku hatinûçûn di navbera bajar û parêzgehên Herêma Kurdistanê de qedexe ye, nikarin vegerin herêma xwe û daxwaza hêsankariyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Peyamnêrê Rûdawê, Eyûb Nisrî îro Şemiyê li nav Kampa Berdereşê ragihand, nêzîkî 10 hezar kesan li wê kampê dijîn ku piraniya wan xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, lê hejmarek kes jî ji Rojava ve bo serdana xizm û kesûkarên xwe yên li kampê hatibûn, lê belê ji ber rêkarên taybet bi rêgirtina ji belavbûna vîrusa koronayê û qedexeyên hatinûçûnê û girtîbûna sînoran, li Başûrê Kurdistanê asê mabûn.

Eyûb Nisrî diyar kir, ew xelkên Rojavayê Kurdistanê ku di wan demên dawiyê de li Başûrê Kurdistanê asê mabûn û dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê, ji îro ve deriyê sînorî yê Sêmalka bo wan tê vekirin û ji îro ve heta 5 rojên din rê bi wan tê dayîn ku vegerin navçeyên xwe.

Herwiha li Komelgeha Dêre Bonê jî, heta niha 120 hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê gihîştine berdem baregeha UNHCR.

Derbarê rewşa wan de, peyamnêrê Rûdawê Yûsif Mûsa ragihand, heta niha karûbarên wan nehatine cîbicîkirin, ku ew kes bikarin vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Pirsgirêkeke mezin li pêşiya vegera wan hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ew e ku kesûkar, malabt û zarokên wan li sînorê parêzgehekê Başûrê Kurdistanê nînin. Peyamnêrê Rûdawê derbarê wê yekê de dibêje: Weke mînak zilamek bi xwe li parêzgeha Duhokê ye û zarokên wî li parêzgeha Hewlêrê. Bi sedema qedexeya hatinûçûnê ya di navbera parêzgehan de, ew malbat niakrin bigihin yek û vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Beşek ji wan hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariyan bo wan bike û alîkariyê bide wan daku bikarin vegerin mala xwe.

Niha beşek ji wan hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên xwe kirine, daku vegerin, bi taybet ku niha rewş asayî bûye û sedemên ku ji ber wan aware bûbûn, nemane.

Jibo ku bikarin vegerin herêma xwe, UNHCR û Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê dikin.

Li Herêma Kurdistanê şeş kampên taybet bi penaberên Rojavayê Kurdistanê hene, li 5 ji wan kampan li sînorê parêzgeha Duhokê ne.

RÛDAW