top of page

Piştî rêkevtina PYD û ENKSê Tirkiyê av li ser Rojavayê Kurdistanê girt


Piştî rêkeftina PYD û ENKS ya di warê siyasî de, Artêşa Tirkiyê cardin ava westgeha Elok a ser bi bajarê Serê kaniyê ve qut kir. Duh Tora Medyayî ya Rûdawê ji çend çavkaniyên taybet ve zanyarî bi dest xistin û ragihand, ku ENKS û PYD piştî çend civîn û hevdîtinan, di warê siaysî de li hev kirine.

Rêveberiya Avê ya bajarê Hesekê ragihand ku artêşa Tirkiyê, careke din ava stasyona Elok a ku li bajarê Serê Kaniyê û di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye, qut kiriye û ew 10 roj in karkerên vê stasyonê nikarin biçin ser karê xwe.

Piştî êrîşa 9 Cotmehê ya artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurditanê, ew bû cara şeşan ku av li ser xelkê Hesekê û bajaok û gunderên derdorê qut dikin.

Cara yekem di 29 Cotmeha 2019 de, cara duyem di 24 Sibata.2020 de, cara sêyem di 21 Adara 2020 de, cara çarem di 29 Adara 2020 de, cara pêncem di 2 Nîsana 2020 de û cara herî dawî û şeşem ji duh 7 Gulana 2020 ve, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ava stasyona Elok ji ser Hesekê û bajarokên derdora vê qurt kirin.

Beriya demekê û piştî navbeynkariya Rûsyayê cihê şikestî yê xeta avê ji aliyê Şaredariya Bajarê Hesekê ve hatibû çêkirin û ava westgehê ji bo xelkê hatibû berdan, lê piştre Tirkiyê dîsa av qut kir.

Qutkirina vê carê ya ava stasyona Elok li ser Hesekê û bajarok û gundên Rojavayê Kurdistanê, piştî wê yekê tê, ku hat ragihandin, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî çend civîn û hevdîtinan, di warê siaysî de li hev kirine û di warên serbazî û îdarî de jî gotûbêjên wan berdewam dibin.

Wêstgeha avê ya Ellok li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, û çavkaniya sereke ya ava vexwarinê bo akinciyên bajarê Hesekê, bajarokê Til Temir û kampên Hol, Erîşe û Waşokanî li parêzgeha Hesekê ye.

Piştî kontrolkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyonê ve, gelek caran Wêstgeha Ellok jikar xistine û av ji ser xelkê deverê qutkirine ku çend caran 10 , 20 , û heta 35 rojan xelk bê av mane.

RÛDAW

bottom of page