Piştî 18 sal ji şer Amerîka û Talîban rêkevtina aştiyê îmze dikin

Piştî 18 sal ji ji şerê berdewam û kuştin û birîndarbûna bi sedan kes ji herdu aliyan, îro rêkevtina aştiyê di navbera Amerîka û Talîbanê de tê îmzekirin.
Amerîka û Talîban îro bi îmzekirina rêkevtinekê li Qeterê, hewl didin dawîn li nakokî û dijminkariyên li hember hev bînin.
Li gor wê rêkevtinê, Amerîka dê hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne û girtiyên Talîbanê ji zîndanan azad bike.
Li beranber jî Talîban dê êrişên xwe bo ser hêzên Amerîka û hevpeymanên wê rawestîne û bi navbeynkariya Washingtonê danûstandinan li gel hikûmeta Kabulê bike.
Hamid Karzaî, serokê berê yê Efxanistanê derbarê vê rêkevtinê de dibêje, “Ew şerê ku biryar bû li dijî tundrewan û wan kesan bê kirin ku Efxanistan û civaka wê têk dide, veguheriye bo şerekî li dijî xelkê Efxanistanê. Her ew jî bû ku em gihandin îro. Lêbelê divê dawî li vê rewşê bê anîn.”
Serokê berê yê Efxanistanê, her ji ber wê yekê îmzekirina wê rêkevtinnameyê di navbera Amerîka û Talîbanê de baş dibîne û diyar dike, “Ji ber wê yekê dema ku Amerîkiyan ragihand ku ev şer bi dawî hat, ev dibe mizgîniyeke xweş bo me û em pêşwaziyê lê dikin.”
Li gor amaran, niha ji sedî 55 hemwelatiyên Efxanistanê li jêr hêla hejariyê de dijîn. Tê çaverêkirin, ew rêkevtinname karîgeriyeke baş li ser aboriya wî welatî bike.
Hemwelatiyên Efxanistanê jî dibêjin, “em tenê dixwazin ji şer rizgar bibin.” Omêd Xan ku kasibkar e, dibêje, “Ew a ku bo me girîng e; aştî li Efxanistanê berqerar bibe. Pêwîstiya me bi aştiyê heye û temam.”
Şerê Amerîka û Talîbanê nêzikî mehekê piştî bûyerên 11ê Îlonê, roja 7ê Cotmeha 2001an dest pê kir, piştî ku Amerîka kete Efxanistanê û dawî li hikûmeta Talîbanê anî bi tohmeta ku ew hevkariyê li gel rêxistina El Qaîdeyê dikin.
RÛDAW