Penaberekî din li ser sînorê Tirkiye û Yûnanê hat kuştin

Li sînorê navbera Tirkiye û Yûnanê penaberekî din hat kuştin.
Walîtiya bajarê Edîrne yê Tirkiyê ragihand, îro danê sibê hêzên asayişa Yûnanê penaberên ku ji Tirkiyê çûne û li devera tampon ya navbera Tirkiye û Yûnanê de kom bûne, dan ber guleyan.
Li gorî agahiyên walîtiya Edrîne, di encama wê gulebaranê de penaberek hat kuştin û 5 penaber jî birîndar bûn.
Çend roj berê jî penaberek li heman deverê ji aliyê hêzên asayişa Yûnanê ve hatibû kuştin.
Piştî ku Tirkiyê deriyê sînor bi ser penaberên Sûrî û Efxanî yên li wî welatî de vekir, “bi deh hezaran penaber” ji Tirkiyê derbas bûn û berê xwe dan Yûnanê. Lê hêzên Yûnanê nahêlin ew derbasî Yûnanê bibin, ji ber wê jî li wir asê mane.
BasNews