PDK-S: Guftûgoyên yekrêziya Kurdî, bi serperiştiya Serok Barzanî dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di raportekê de ragihand, ew amade ne bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî danûstandinên yekhelwestiya Kurdî – Kurdî bi awayekî cidî bikin.
Polîtburoya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Çileya 2020an belav kir û tê de ragihand, hîna kiryarên revandin û eşkencedana welatiyan û dizî û talankirina mal û milkên xelkê ji encama êrîşa Tirkiyê û binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser gelê Kurd li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê berdewam in.
Ragihand jî, ev kiryar li pêş çavên rêxistinên mafên mirovan, dezgehên civaka sivîl û civaka navdewletî tên kirin, di vê derbarê de jî serkirdeyên ENKSê bi hewlên xwe ligel aliyên pêwendîdar berdewam e û her dawî rêkeftinek bi Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê re îmze kir, ji bo avakirina hejmarek ji komîtan, ji bo rêxweşkirina vegera derbideran û kêmkirina binpêkirinan û rêgirtina li ber plana guhartina demografî.
Derbarê destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de, PDK-Sê di raporta xwe diyar kir, Helwesta PDK-Sê heman helwesta ENKSê ye. ENKSê jî helwesta xwe ya erênî derbarê wê destpêxeriyê de ragihandiye û amadehiya xwe bo guftûgokirineke cidî jî nîşan daye, ku bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û bi gerentiya aliyekî navdewletî be, ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd û bikeve xizmeta doza Kurdî ya rewa.
Li ser rewşa Sûriyê bi giştî, di raporta Polîtburoya PDK-Sê de hat, kedên dîplomasiya navdewletê ên pêvejoya siyasî di nava nakokiyên tûj ên siyasî û serbazî de berdewam in, lê diyar e aliyên pêwendîdar destpêkê hevrêzî û hevsengî li ser erdê tên kirin, piştre jî lihevhatina siyasî li pişt perdeyan tên kirin, ji her aliyek berjewendiyên xwe yên pêşrojê biparêze.
S. B
K24