top of page

PDKê bersiva KCKê da


PDKê bersiva tohmetên KCKê da û diyar kir, “Mixabin reftarên PKKê niha û di salên derbasbûyî de ku li dijî Herêma Kurdistanê encam dane, reftarên şerfiroşane bûne.”

Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û bersiva tohmetên KCKê da.

PDK diyar dike ku îro, 17.04.2020, Koma Civakê Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de li ser mijara Zînî Wertê, “komelek tohmetên bêbingeh arasteyî Partiya Demokrata Kurdistanê kirine” û diyar dike, “tevî ku em wan tohmetan bi tundî red dikin, tekeziyê li wê jî dikin ku ew hêza li Zînî Wertê hatiye bicihkirin, hêza Pêşmerge ya ser bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye.”

Di daxuyaniya PDKê de hatiye diyarkirin, ew hêz, “di çarçoveya wan tedbîran li wê deverê hatine bicihkirin ku hikûmeta Herêmê, jib o rêgirtina li belavbûna şewba koronayê biryar li ser dabû û Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev hêz bi tevger xistiye. Ev ne hêza PDKê, lê hêza Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku erkê parastina gelê Kurdistanê cîbicî dikin.”

Her di wê daxuyaniyê de tê tekezkirin, “Partiya Demokrata Kurdistanê, her tim bi çavekî rêzgirtinê ve temaşeyî xebatên hemû hizb û rêxistinên din ên Kurdî kiriye û piştevanê daxwazên siyasî û medenî yên gelê Kurd bûye. Cihê matmayîneke zêde ye ku PKK wî mafî bi xwe bide li her cihekî ku pê xweş e, hêz bişîne û dest bavêje karûbarên navxwe yên Herêma Kurdistanê, lêbelê ji aliyê wê ve asayî nebe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê desthilata xwe li ser xwe cîbicî bike.”

PDK dibêje, “Mixabin ew reftarên PKKê niha û di salên derbasbûyî de li dijî Herêma Kurdistanê encam dane, reftarên neberpirsane û şerfiroşane bûne û ti rêzek li dam û dezgeh û serwerî, asayîş, asûdeyî û jiyana hemwelatiyên Herêma Kurdistanê negirtiye. Ji ber reftarên PKKê bi sedan gundên Herêma Kurdistanê nehatine avedankirin û rê li jiyana bi hezaran hemwelatiyan hatiye girtin û ji ber PKKê xelkê Herêma Kurdistanê, baca gelek mezin a mirovî û madî daye.”

Her di daxuyaniya PDKê de hatiye gotin, “Ew a ku heta niha ji PKKê hatiye qebûlkirin, ji ber dilfirehiya PDKê û Herêma Kurdistanê bûye ku çav li zêdegaviyên PKKê girtiye. Heq jî bû ku PKKê teqdîr bo vê helwesta xelkê Kurdistanê heba û rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtiba û herî kêm rêz li dam û dezgehên Herêm û hemwelatiyan girtiba ku salên dûr û dirêj e tehemûla hebûna PKKê li ser xaka herêmê kiriye.”

PDK tekez dike, “Pirsgirêka PKKê li gel Tirkiyê ye û baştir e jî li şûna şerfiroşî û çêkirina serêşî û girftan zêdetir bo xelkê Kurdistanê, biçe pirsgirêka xwe li gel Tirkiyê çareser bikin. Meydana karê wan Tirkiye ye, ne ku Herêma Kurdistanê.”

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) îro daxuyaniyek belav kiribû ku tê de hatibû gotin, “PDKê Pêşmergên xwe li Zînî Wertê bicih kirine” û daxwaz kiribû ku “PDK hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişîne.”

Lêbelê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de tekez kiriye ku ew hêza hatiye şandin, hêzeke hevbeş a Pêşmerge ye û ji bo maneke demkî, di çarçova tedbîrên hikûmetê yên ji bo girtina li belavûna şewba koronayê, çûye wê deverê.

RÛDAW

bottom of page