top of page

Partiya Zehmetkêşan: Em li dijî wê ne parêzgeha Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqete


Endamekî polîtburoya Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê dibêje, ew qebûl nakin parêzgeha Silêmaniyê di bi navê “ne navendîtî” de ji Herêma Kurdistanê veqete û bi Bexdayê ve were girêdan.

Ev demek e tîmek di nav YNKê de bi pêşengtiya Lahûr Cengî û bi alîkariya hinek aliyên din dixwazin di bin navê “ne navendîtî” de parêzgeha Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetînin û bixin bin lepê Bexdayê.

Endamê polîtburoya Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê, Şivan Mihemed li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, em hez dikin desthilata parêzgehan zêde bibe lê eva ku ew dikin, mixabin têkelî tiştên din hatiye kirin ji ber wê jî em qebûl nakin.

Şivan Mihemed her wiha got, em ti carî qebûl nakin ti parêzgeheka Kurdistanê were veqetandin û bikeve bin lepê Bexdayê. Em dixwazin Kerkûkê jî vegerînin ne Kurdistanê biçûk bikin.

Pisporê qanûnî, Sîrwan Kakeyî jî li ser vê mijarê got, mijara ne navendîtîya Silêmaniyê du aliyên wê hene; aliyekî wê îdarî ye û aliyê din jî siyasî ye. Di aliyê îdarî de xwedan desthilata xwe ye û karên xwe birêve dibe lê di aliyê siyasî de mesele ferq dike. Ji ber ku tê wateya veqetîna ji Herêma Kurdistanê. Eger wisa bibe parêzgeha Silêmaniyê êdî dibe parêzgeheka Iraqê.

Sîrwan Kakeyî her wiha got, helbet yên ku vî karî dikin qesta wan fişara siyasî ye. Destûra Iraqê rê nade vê veqetînê ji ber ku di Destûra Iraqê de statûya Herêma Kurdistanê hatiye pesendkirin û sînorên wê jî hatine destnîşankirin. Loma eger tiştekî wisa hebe wê çaxê Herêma Kurdistanê dikare pêşiya vê yekê bigire.

Wî pisporê qanûnî bang li kurdan kir nehêlin Silêmanî jî mîna Kerkûkê bibe.

BasNews

bottom of page