top of page

Partiya Şûî radestkirina Mistefa Selîmî şermezar kir


Partiya Şûî ya Kurdsitanê li Herêma Kurdistanê li sêdaredana Mistefa Selîmî û radestkirina wî ji aliyê YNKê bo Îranê bi tûndî şermezar kir.

Îro roja duşemê 13.04.2020an Partiya Şûî derbarê li sêderedanê û radestkirina Mistefa Selîmî bo Îranê bi tûndî şermezar kir. Di daxwiyaniya partiya Şuîde tê gotin ku ew cînayetkariyên komara îslamî û li sêdaredana Mistefa Selîmî şermezar dikin.

Herwiha Partiya Şûî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku lijneyek jibo lêkolînkirina dosya radest  rejîma Îran kirina Mistefa Selîmî ji aliyê YNKê ve bê damezrandin.

Roja şemiyê 11.04.2020an BasNewsê aşkere kir ew guruba Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya di 16ê Cotmeha 2017an encam daye çalakê siyasî û Pêşmergeyê berê yê Rojhilat li Pêncwênê radestî Komara Îslamî ya Îranê kirine û Îranê jî ew li sêdareyê daye.

BasNews

bottom of page